Wan: Riya Bazîd û Çaldiranê hate girtin

Li Bakurê Kurdistanê riya Bazîd û Çaldiranê heta fermanekî din ji çûnûhatinê re hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê riya Bazîd û Çaldiranê heta fermanekî din ji çûnûhatinê re hate girtin.

Parêzgeriya Wanê bi daxuyaniyeka nivîskî ragihand ku, ji bo ewlekariya mal û canê welatiyan li hemberî gefa terorê were parastin, riya navçeyên Bazîda Agiriyê û Çaldirana Wanê ji hatûçoyê re hatiye girtin.

Di 24ê Gulanê de li ser riya Bazîd û Çaldiranê 6 leşkerên Tirk yên pilebilind ji aliyê PKKê ve hatibûn kuştin. Herwiha 4 roj berê jî 6 barhilgir li ser heman rêyê hatibûn şewitandin.