Pîre: Ne ligel înada Goranê ne û ne xirora PDKê
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) ragihand, ew beşek in ji çareseriya siyasî ya Herêma kurdistanê û ne digel Înada Tevgera Goran de ne, û ne digel xirora Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de hevbeş in û divê hewl bidin da ku wan li hev û du nêzîk bikin.
Endamê Polîtbîroya YNKê Sedî Pîre di konfiranseke ronamegerî de ragihand ku, endamê YNKê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê venakişe, ew yek jî bo hikûmet pûç nebe.
Pîre got: “Pêşmergeyên me li Yekîneya 70 heta niha fermanê ji Fermendayê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî werdigirin û di pêwendiya navdewletî de jî siyaseta me ya hevbeş heye.”
Herwiha Pîre got jî: “Siyaseta YNK ne bi înada Tevgera Goranê re ye û ne beşek e jî ji xirora PDKê ye.”