Endamekî Partiya Yekîtiya Kurd ji zîndana asayişê hat serbestkirin

Piştî 22rojan, îro endamê Partiya Yekîtiya Kurd Ebdulilah Ocê ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve serbert hate berdan, Ocê ku di 28ê meha Gulana borî de ligel 3ê hevalên xwe yên din hatibûne girtin, lê ew tenê ta serbest hatiye berdan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/72d8c598-9630-44a8-b7f8-4aa771488b81/Girti%20-%20Ebdulilah.ism/manifest

K24 – Qamişlo
Piştî 22rojan, îro endamê Partiya Yekîtiya Kurd Ebdulilah Ocê ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve serbert hate berdan, Ocê ku di 28ê meha Gulana borî de ligel 3ê hevalên xwe yên din hatibûne girtin, lê ew tenê ta serbest hatiye berdan.

Endamê Partiya Yekîtiya Kurd Ebdulilah Ocê tekez dike ku, ewê di lidarxistina çalakiyên xwe de berdewam bin. Herwiha dide zanîn jî ku nabe, bi behaneya lidarxistina çalakiyan bêyî wergirtina muhletê werine girtin.

Enwer Naso, Ebdulmihsin Xelef û Ridwan Hemo ku ligel Ebdulilah Ocê hatibûne girtin, ta nuha di girtîgehên asayîşa Rojava dene, kesûkarên girtiyan ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe bo serbestberdana Ocê nîşan didin, herwiha doza xwe bo serbestberdana sermiyanên xwe dûbare dikin, û hêvî dikin ku di zûtirîn dem de ew jî azad bibin.

Bi behaneya lidarxistina xwepêşendanan bêyî wergirtina muhletê ji asayîşê, di 28ê meha gulanê de 4 endamê Partiya Yekîtiya Kurd ku yek ji partiyên ENKSê ye, ji aliyê asayîşa Rojavave hatibûne girtin, û berî wan bi demekê Mejdel Qasim jî ji aliyê asayîşa navbûrî ve ta nuha girtîye.

Hin çalakvan dibînin ku, kampînên girtina çalakvan û siyasetmedarên ENKSê dê berdewam bin, ta ku rêkeftineke siyasî çê bibe, ku girtina dawî di vê çarçovê de berî 2 rojan li bajarê Dêrikê derheqê Egîd Şahîn de hate kirin, li gorî ENKSê jî, ta nuha çarenûsa wî ne diyar e.