Li Stenbolê roja cîhanî ya penaberan bi rêve çû

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li gor amarên fermî, nêzî 3 milyon penaber hene.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/77b8d79d-d52a-4b05-ad22-5b042c72544f/RojaCihaniPenaberan.ism/manifest

 

K24-Stenbol

Her sal 20'ê Hezîranê, weke roja penaberan a cîhanê tê pîrozkirin. Lê belê îsal der barê penaberan de nûçeyên mirinê zêdetir derket pêş. Di nav 6 mehên ewil ên sala 2016'an de, li ser deryayan nêzîkî 3 hezar penaber canê xwe ji dest dane. Her çiqas saziyên navneteweyî û dewletên cîhanê bo penaberan xebat bikin jî kêşeyên penaberan hê jî berdewam e.

Di sedsala 21emîn de pirsgirêka herî mezin a cîhanê kêşeyên penaberan e. Ji ber şer û pevçûnan sala borî ji zêdeyî 65 milyon kes ji welatê xwe koç kirine. Pêrar ev hejmar 59 milyon û 500 hezar bû. Ji salên 2011'an vir de heta niha hejmara penaberan sal bi sal zêdetir bûye.

Rêvebira aktîvîtîzm û helmetê ya rêxistina afû ya navneteweyî Begum Başdaş rexne li helwesta welatên Ewropayî ya li ser penaberan dike. Li gor Başdaş serkirdeyên Ewropayî ji bo ku penaber ji Ewropayê bên dûrxistin li ser her penaberekî pere belav dike. 

Derbarê vê mijarê Rêvebira Aktîvîtîzm û Helmetê ya Rêxistina Afû ya Navneteweyî Begum Başdaş wiha got:"Ya girîng pêwîst e ji bo ku civata navneteweyî penaberan biezmine li welatê xwe zêdetir penaberan ji dil û can bi cîh bikin. Divê astengiya şertên wîzeyê bê rakirin, civata navneteweyî dev ji xemsariyê bila berde û bo penaberan zêdetir xebat bike."

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li gor amarên fermî, nêzî 3 milyon penaber hene. Piraniya penaberan ji welatên Sûriyê, Afganîstan û Somaliyê koç dikin. Parêzer Enes Kafadar diyar kir ku penaberên li Ewropayê ku di kampan de namînin di rewşeke xirab de ne.

Derbarê vê mijarê Parêzerê Penaberan Enes Kafadar wiha axifî:"Penaberan ji ber nezanîna zimanê di civatê de dikevin tengasiyeke mezin. Gelek zarokên penaber hene ku bêkes mane. Kêşeyên perwerdehî, tenduristî, aborî yên penaberan hê jî hene û nehatine çareserkirin."

Par ji zêdeyî 1 milyon penaber di ser deryaya Akdenîzê re çûn Ewropayê. Jê 250 hezar zarok bûn. Di nav du salên dawî de 7 hezar penaber di deryayê de xeniqîne. Tevî mirinan jî kêşeyên penaberan carna ji ber nakokiya siyasî ya navbera welatan carna bi sedemeke din nayê çareserkirin.