LI Hewlêrê bêhtir ji 277 k.g ji madeya hişber hat desteserkirin

Di daxuyaniyeke Rêveberiya Giştî ya nehêştina madeya hişber ya Hewlêrê de, hat diyarkirin ku, di nîvê yekem ya îsal de bêhtir ji 20 k.g ji madeya hişber desteser kirine û 277 tawanbar jî girtine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyeke Rêveberiya Giştî ya nehêştina madeya hişber ya Hewlêrê de, hat diyarkirin ku, di nîvê yekem ya îsal de bêhtir ji 20 k.g ji madeya hişber desteser kirine û 277 tawanbar jî girtine.

Bi boneya roja cîhanî ya rûbirûbûna madeya hişber, Rêveberiya Giştî ya nehêştina madeya hişber ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku, hêzên ewlehiya sînorê Hewlêrê karîn ji destpêka îsal de 277 kes bi tuhmeta danûstandina bi vê madeyê girtine.

Di daxuyaniyê de hat jî ku, bêhtir ji 20 k.g ji madeya hişber desteser kirine. Herwiha 79 hezar hebên curbicur yên bencê  jî desteser kirine.