20 deverên Dêrsimê wek herêmên ewlekariyê hatin ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê 20 dever wekî herêmên taybet yên ewlekariyê hatin ragihandin.
Parêzgeriya Dêrsimê bi daxuyaniyeke niviskî da zanîn ku, li navçeyên Ovacix û Nazimiyeyê 20 gund di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de ji bo parastina mal û canê welatiyan wekî heremên ewle yên taybet hatine ragihandin.
Herwiha li gor Parêzgeriya Dêrsimê jî, ji 28ê Hezîranê heta, 12ê Tirmehê çûyîn û hatina bêdestûr a bo wan deveran qedexe ye.
Roja 1 Hezêranê jî, Parêzgariya Dêrsimê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê de, li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê 9 dever wek "herêmên taybet yên ewlekariyê" ragehandibûn.