Qamişlo: Qutbûn û buhabûna şekir

Tevlî ku deriyê Sêmalka li pêş keresteyên xwarinê hate vekirin û bê sepandina gumrikê jî, qutbûna şekir û buhabûna nirxê wê li bazarên Rojavayê Kurdistanê, bûye diyardeyeke rojane û sedemên vê yekê wekî welatiyên deverê dibêjin ku, vedigere ku Rêveberiya Sêmalka rê nade hemû bazirgan ku bi azadî şekir derbasî Rojava bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/99af48cd-d058-4039-8dbb-ec752d219b47/sekir-derik.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Tevlî ku deriyê Sêmalka li pêş keresteyên xwarinê hate vekirin û bê sepandina gumrikê jî, qutbûna şekir û buhabûna nirxê wê li bazarên Rojavayê Kurdistanê, bûye diyardeyeke rojane û sedemên vê yekê wekî welatiyên deverê dibêjin ku, vedigere ku Rêveberiya Sêmalka rê nade hemû bazirgan ku bi azadî şekir derbasî Rojava bikin.

Bazirganê bi nave Mîlad ji K24ê re dibêje: “Rojane nêzî 100 ten şekir derbasî Rojava dibe û ez bixwe ji Dêrikê ta bi Kobanê şekir li bazirganan belav dikim, lê çima li bazaran qut dibe, yan jî buha dibe, ew girêdayî ye gumrik û temwînê.”

Ji aliyê xwe ve, Desteya Xwarek ango temwînê ya girêdayî Rêveberiya Xweser li deriyê sêmalka tekez dike ku şekirê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, ne di asta pêwist de ye û bazirgan jî carcaran leystokên xwe dikin, ev yek jî dibe sedema krîza tunebûn û buhabûna şekir li bazaran.
Berpirsyarê Temwîna Dêrikê Elî Hacî jî ji K24ê re got: “Carcaran leystok ji aliyrl hin bazirganan ve çê dibin, niha me 2 otomobîlên şekir girtin, ji ber ku hinek bazirgan li meydana Sêmalka şekir difiroşin hev û nirxê yek tonî gihişte 800 dolarî. Emê vê pirsgirêkê çareser bikin, ji aliyekî din ve, deriyê sînor di her demekê de li pêş hemû bazirganan ku şekir derbasî Rojava bikin, vekiriye.” 

Piştî deriyê Sêmalka li pêş bazirganiya şekir hate vekirin, nirxê yek kîlo ji 2 dolaran dakete nêzî kêmî dolarekî, lê di heyama hefteyekê de careke dî nirxê şekir buha bû. 

Li gorî hin aborînasan, krîza qutbûn û buhabûna şekir li bazarên Rojavayê Kurdistanê di destê çend bazirganên mezin de ye û ne çavdêriya desteyên têkildar ji bazaran re, rê li pêş pawankirinê vedike.