Li Dêrikê teqîn: 2 leşker mirin û 3 jî birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê teqînekê rû da, di encamê de 2 leşker mirin û 3 jî birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê ragihand ku. li nêzîkî gundê bi navê Denktaş yê ser bi Dêrikê ve di dema wesayita zirpoş a leşkerî derbas dibû de, teqîn çêbû. Di teqînê de 2 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên K24ê, ku piştî teqînê hêzên ewlekariyê û polîsan ve li cihê teqînê dest bi lêkolînan kirin.