Termê şehîdê YPGê yê Portugalî derbasî Başûrê Kurdistanê bû

Termê şervanê Portugalî yê di nava refên YPGê de şer dikir û li Til Temirê canê xwe jidest dabû, îro bi merasîmekê bo Başûrê Kurdistanê hate veguhastin.

K24 – Qamişlo

Termê şervanê Portugalî yê di nava refên YPGê de şer dikir û li Til Temirê canê xwe jidest dabû, îro bi merasîmekê bo Başûrê Kurdistanê hate veguhastin.

Li Rojavayê Kurdistanê Yekîneyên Paratina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) bi merasîmekê termê şervnê Potugalî Mario Mario (Kendal Qehreman) di deriyê sînor Sêmalka re radestî Nûnerê hikûmeta Portugalî yê li Herêma Kurdistanê kir.

Berpirsa Navenda YPJê li Dêrikê Roj Xabûr li ber deriyê Sêmalka ji rojnamevanan re ragihand ku, Mario Mario yê Portugalî ku bi navê Kendal Qehreman dihate nasîn, di nava refên YPGê de şerê DAIŞê dikir, di 3ê Gulanê de li bajarokê Til Temirê canê xwe jidest dabû, îro derbasî Başûrê Kurdistanê bû, da ku berve welatê wî bê veguhastin.