39 gundên Lîcê qedexeya derketina derva lê hat ragehandin
K24-Navenda N[\eyan
Li 39 gundên navçeyên Lîcê, Hazro û Kocakoyê ya ser bi bajarê Diyarbekirê qedexeya derketina derva hate rakirin.
Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyekê balê kişand li ser operasyona Lîcê û gûndewarên wê û ragihand ko qedexeya derketina derva ya ji 23êHezîranê ve berdewam bû hate rakirin.
Duh jî operasyona Lîcê bidawî hatibû û li gor zanyariyan 6 endamên PKKyê canê xwe ji dest dabûn û 8 jî hatibûn girtin.Herwiha 3 kes jî di operasyonan de hatibûn kuştin.
Di çarçoveya operasyon û qedexeya derketina derva de 34 kes hatin binçavkirin û ji wan 20 kes duh hatin girtin.