tê xwastin cihê şewitandina 35 Elewiyan bibe mûzexana şermê

23 sal berê li Sêwasê li Otela Madimakê 35 rewşenbîrên Elewî ji aliyê girseyeke kevneperset ve hatin şewitandin. Ji wê rojê heta îro li Tirkiyê ji bo bîranîna wan rewşenbîran her çalakî tên sazkirin û tê xwestin ew Otela Madimekê veguhêze "Muzeya Şermê." Ji bo vê yekê jî li Enqerêyê li qada qolejê xwepêşandanek hate sazkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0eee5979-ffb2-4f8c-9be6-d8997553fa76/MadimakBiraninChalaki.ism/manifest

K24 – Enqere

23 sal berê li Sêwasê li Otela Madimakê 35 rewşenbîrên Elewî ji aliyê girseyeke kevneperset ve hatin şewitandin. Ji wê rojê heta îro li Tirkiyê ji bo bîranîna wan rewşenbîran her çalakî tên sazkirin û tê xwestin ew Otela Madimekê veguhêze "Mûzexaneya Şermê." Ji bo vê yekê jî li Enqerêyê li qada qolejê xwepêşandanek hate sazkirin.

Li paytexta Tirkiyê Enqerê di 23emîn ya salvegara bîranîna 35 rewşenbîrên ku di Otela Madimakê de canê xwe ji dest dan, bi pêşengiya Komelaya Pîr Sultan Abdal û Federasyona Elewî û bektaşiyan ve xwepêşandanek ji Kurtuluşa Enqerê heta qada Kolejê hate sazkirin. Di xwepêşandanê de ligel dam û dezgehên civakî, partiyên siyasî jî cih girtin. Di rêzika pêşîn ya xwepêşandanê de wêneyên wan 35 Elewiyên ku 23 sal berê canê xwe ji dast dabûn ji aliyê endamên komeleyan ve hatin hilgirtin.

Li gorî Sekreterê Giştî yê Komeleya Pîr Sultan Abdalê Bulent Kaya tevîbûna xwepêşandanê li gorî salên berê gelekî kêm bûye, wek sedem jî tirsa teqînên li Enqere û Stenbolê dest nîşan dike. Her wiha Kaya diyar kir ku divê Elewî û Kurd bibin yek û li dij qesrê raperin.

Abdalê got: "Ger em qesrê lê nekin zindan ew dê zêdetir bixwaze ku xwînê birijîne. Ew agirê li Madimakê niha ji Slopya û Cizîrê difûre. Di vê kevneşopiya dewletê de komkujî her hene. Agir ketibe kîjan malê ew pê dişewitin û demek şûnde jî tên jibîrkirin. Li hemberî komkujiyan pêwîst e em tevde reaksiyonê nîşan bidin. Bila hew Kerbala, Madimak, Cîzre û Sûr bên jiyandin. Ji bo vê jî divê eniya demokrasiyê ava bibe."

Di xwepêşandanê de parlamenterê HDPê Mîthat Sancar û yê CHPê Alî Haydar Hakverî jî cih girtin. Hakverdî diyar kir ku ew dê her tim li pey vê doza komkujiya Madimakê bin û heta ew kesên kujer neyên girtin û cezayê xwe wernegirin ew destên xwe ji ser rayedarên dewletê nadin alî. Her wiha ligel partiyên siyasî Dayikên Aştiyê jî di nava xwepêşandanê de cih girtin û wan jî ragihand ku ew ji ber vê bûyerê gelekî xwemgînin, ji ber ku îro gelek bajarên Kurdan jî wek Madimakê hatine şewitandin.

Di xwepêşandanê de nûnerên weqwan, dam û dezgehên civakî û yên Komeleyên Elewiyan her kê daxuyaniyek ragihandin. Di daxuyaniyê de helwesta dewletê ya li hemberî Elewiyan hate rexnekirin û hate diyarkirin ku, ew nêzîktêdayîna 23 sal berê niha ji aliyê AKPê ve careke din tê vejandin û ew dengên cûda jî ji aliyê AKPê ve her tên çewsandin.

Xwepêşandêran dan zanîn ku ew dixwazin, di demek zû de kujer bêne girtin û hisap ji wan bê pirsîn. Herwiha li gorî daxuyaniya Federasyona Elewiyan çalakiyên derbarê şermezarkirina komkujiya Madimakê de, wê heta 12ê Tirmehê li Enqerê her berdewam bikin.