Heseke teqîn: 16 Kuştî û 25 birîndar hene
K24 – Heseke
Teqînek li bajarê Hesekê rû da, kuştî û brîndar jî hene.
Peyamnêrê K24ê li Hesekê ragehand ku, îro dora demjimêr 20:00 li taxa Salhiyê li nanpêja alî ya taxê, teqînek rûda û ta niha li gorî zanyariyên destpêkê bikêmanî 16 kesan canê xwe jidest dane û 25 birîndar hene.
Peyamnêrê K24ê diyar kir jî, heta niha nehatiye xuyakirin ku çawa ew teqîn hatiye encamdan û kîjan alî ev teqîn pêk aniye