Hunermendê penaber li Ewropayê deng vedaye

Şerê li Sûriyê jiyana bi milyonan kesî serûbin kir. Tevî şertên dijwar ên şer, hinek kes bi rêbazên cuda ber xwe dide. Aham Ahmedê Sûrî tevî birçîbûn û tunebûnê bi hunera xwe ya piyonoyê ber xwe daye. Aham Ahmedê 27 salî xortekî ji Sûrî ye û piyanîst e. Heta 16 saliya xwe di konservatuara Erebî de xwendiye. 4 sal in bi hunera piyanoyê mijûl dibe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dfe93f8f-bf94-44f4-8e58-5bafc9161f7c/PenaberiPiyanist.ism/manifest

K24 – Stanbol

Şerê li Sûriyê jiyana bi milyonan kesî serûbin kir. Tevî şertên dijwar ên şer, hinek kes bi rêbazên cuda ber xwe dide. Aham Ahmedê Sûrî tevî birçîbûn û tunebûnê bi hunera xwe ya piyonoyê ber xwe daye.

Aham Ahmedê 27 salî  xortekî ji Sûrî ye û piyanîst e. Heta 16 saliya xwe di konservatuara Erebî de xwendiye. 4 sal in bi hunera piyanoyê mijûl dibe.

Piyanîst Ahmed beriya destpêka şerê li Sûriyê, 8 k.m dûrî Şamê li kampa Yarmûkê dima. Demekê li Stamnbilê dimîne û hunera xwe jî berdewam dike.

Ahmed dibêje: "Dema şer dest pê kir, min xwe ji vî şerî dûr xist. Kûçeyên kampê pir xerab bûn. Ji bo hêviyên xwe yên geş min dest bi vê hunerê kir û li piyanoyê xist. Ji bo têrbûna rih û dilê xwe min tevî birçîbûn û şertên dijwar dengê piyonoya xwe zêde kir."

Ligel dirêjbûna şer, Ahmed li welatê xwe bi cih dihêle, bi rêyan dikeve û dibe penaber. Pêşî tê Tirkiyê demekê li Îzmîrê dimîne, piştre di ser deryaya Egeyê re diçe giravên Yewnenîstanê, ji wir jî berê xwe dide Ewropayê.

Rêwitiya hunermendê penaber ji bo wî zehmet be jî di dawiya zehmetkêşiyê de li Ewropayê bi hunera xwe ya serkeftî deng vedide. Piyanîstê Sûrî, hem li piyanoyê dixe hem jî stranên xwe dibêje.

Ehmed got jî: "Piranî li ser mûzikên akademî dixebitim, lê belê ji ber şertên niha û ji ber ku 2 sal û nîve kampa Yarmûkê hatiye dorpêçkirinê, zêdetir stranên xembar dibêjim."

Hunermendê koçber hêvî dike ku demildest şerê li welatî wî biqede û vegere cem jin û zarokê xwe.