Artêşa Sûriyê agirbestê bo 72 demjimêrên din dirêj dike

Artêşa Sûriyê agirbesta 72 demjêran ya ku roja 6 Tîrmehê ragihandibû, bo 72 demjimêrên din dirêj dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê agirbesta 72 demjêran ya ku roja 6 Tîrmehê ragihandibû, bo 72 demjimêrên din dirêj dike.

Serokê Sûriyê Beşar Esed roja 6 Tîrmehê û piştî merasîma nimêja cejna Remezanê biryara agirbestekê da ku, li tevahiya Sûriyê 72 demjimêran berxwe dide. Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, careke din û bo 72 demjimêrên din agiebestê dirêj dike, ew jî ji îro demjimêr 13:00 dest pê dike.

Li gor agirbesta ku roja 6 Tîrmehê hatibû ragihandin ku, ji mafê wê ye, bergîriya xwe bike, heger çi êrîşek li ser wan hate kirin.

Lê tevî agirbestê, duh di êrîşên firokeyên rêjîma Sûriyê de 22 kes li parêzgeha Idlibê canên xwe jidest didin û di operesyonêke de li taxên rojhilatê Helebê jî, riya sereke ya opozîsyonê Kastêlo kontrol kir.