Reqa: DAIŞ serê çar lîstikvanên topa pê dibire

Li Reqayê bi tuhmeta danûstandina ligel YPGê, DAIŞ serê çar lîstikvanên topa pê dibire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Reqayê bi tuhmeta danûstandina ligel YPGê, DAIŞ serê çar lîstikvanên topa pê dibire.

Li gor nûçeyeke “Daily Mail” ya Brîtanî, ku DAIŞê li Reqayê serê çar lîstikvanên tîma “Şebab” ya topa pê birî, ew jî bi tuhmeta sîxoriyê bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re.

Ji aliyê xwe ve, çalakvanên “Reqe bêdeng tê kuştin” navên wan çar lîstikvanan belav kir, ew jî ev in: Osama Ebû Kwêt, Îhsan el-Şiweyix, Nuhad el-Hisên û Ehmed.

YPGê ku yek ji pêkhateyên sereke ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye, ji 1 Hezêranê ve dest bi operesyona rizgarkirina Minbicê kiriye û heta niha bêhtirî nîvê bajêr bidest xistiye. DAIŞ bi karên tolhildanê ji kesên sivîl dike.

Tê zanîn jî, ku DAIŞ li gundên Reqa û Helebê bi sedan Kurdên sivîl direvîne û wek mertalên mirovî bikar tîne.

Herwiha rojnameya Brîtanî diyar kir jî, ku kesekî din jî bi wan çar lîstikvanan re hate serjêkirin.