Portugal bo cara yekem dibe Qehremanê Ewropayê

Li Fransayê û di Qehremaniya Kopa Netewên Ewropayê de, bo cara yekem Portugal dibe qehremanê Ewropayê, ew jî piştî serkeftina di lîstika dawî ya li hemberê Fransayê de bi encama 1 -0.

Li Fransayê û di Qehremaniya Kopa Netewên Ewropayê de, bo cara yekem Portugal dibe qehremanê Ewropayê, ew jî piştî serkeftina di lîstika dawî ya li hemberê Fransayê de bi encama 1 -0.

Duh êvarê, Qehremaniya Kopa Netewên Ewropayê yaku li Fransayê birêve çûbû, bidawî bû. Li stadyoma “Stade de France” a Parîsê lîstika dawiyê di navbera Portugal û Fransayê birêve çû. Piştî serkeftina Portugalê bi encama 1-0 li ser Fransayê. bo cara yekem Portugal bû qehremanê Ewropayê.

Lîstik ku, di dema xwe ya asayî de wek hev û bi encama bêberamber bidawî bû, loma herdu hilbijarde neçar bûn du nîvên din bilîzin. Herwiha di di xuleka 109 de Portugalê karî gola serkeftinê tomar bike û lîstik û qehremaniyê bidawî bike.

Qehremaniya Kopa Netewên Ewropayê ku di sala 1960î de dest pê kiriye, berê Fransayê du caran ev qehremaniya di salên 1984 û 2000 bidest xistiye. Portugal jî ev cara yekem e dibe Qehremanê Kopa Netewên Ewropayê.