Siwêd hejmara leşkerine din dişîne Herêma Kurdistanê

Welatê Siwêdê di demeke nêzîk de leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê zêde dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatê Siwêdê di demeke nêzîk de leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê zêde dike.

Wezîrê Bergîriyê yê Siwêdê Peter Halkvest aşkere kirk u, welatê wîbi niyaz e ku, hejmara leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê zêde bike, ev yek jî piştî wê tê, ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji Siwêdê bixwaze ku roleke wê ya çalaktir li dijî terorê hebe.

Herwiha Halkvest ew yek jî aşkere kir ku, niha 35 leşkerên Siwêdî li Herêma Kurdistanê hene û Swêd bi niyaz e, di demeke nêzîk de hejmara leşkerên xwe bike 70 leşker.

Wezîrê Bergîriyê yê Siwêdî ragihand jî, ku hikûmeta welatê wî di wê baweriyê de ye, ku divê Siwêd jî roleke wê ya berferehtir di şerê li dijî DAIŞê de hebe.