Esed serkeftina Iraqê bi serkeftina xwe dizane

Serokê Sûriyê Beşar serkeftina Iraqê bi ser çekdarên DAIŞê, bi serkeftina Sûriyê binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar serkeftina Iraqê bi ser çekdarên DAIŞê, bi serkeftina Sûriyê binav dike.

Li gor ajansa “SANA” ya Fermî belav kiriye ku, Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevdîtinekê de bi Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Iraqê Falih Feyaz re ragihand ku, her du welat Iraq û Sûriye di yek xendekê de xebatê dikin û serkeftina her yek ji wan di şerê DAIŞê, bi serkeftina ya welatê din e.

Di demekê de, ku tenê berpirsên Rûsî, Îranî. Iraqî û Libnanî serdana Esed dikin, derbarê biserketina artêşa xwe dilniyabûnê dide Feyaz û pîrozbahiya serkeftina li Felûcayê li hikûmeta Iraqê dike.

Herwiha li gor wê jêderê , ku Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Iraqê Falih Feyaz peyama Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê hevkariya siyasî, leşkerî û ewlekariya di navbera herdu welatan de di şerê li dijî terorê de radestî Esed kiriye û Esed bi hûrkêliyên operesyona rizgarkirina Mûsilê jî agahdar kiriye.