Fermandarê Artêşa Amerîkayê Cozef Fotêl serdana Bexdayê kir

Serdana Fermandarê Serkirdayetiya Navendî di Artêşa Amerîkayê de Cozef Fotêl bo Iraqê piştî demekê hat ku, berî du rojan Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Aşton Karter jî serdana Bexdayê kiribû.

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandarê Serkirdayetiya Navendî di Artêşa Amerîkayê de Cozef Fotêl bi armanca operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê serdana Iraqê kir û ligel Serowezîrê wî welatî Heyder Ebadî û Wezîrê Bergiriyê Xalid Ubeyîdî hevdîtin pêk anîn.

Ofîsa Serokwezîr di daxuyaniyekê de ragehand ku, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna xwe de ligel berpirsê Amerîkî behsa hevkariya serbazî û ewlehî di navbera her du welatan de kirin, herwiha perwerdeya Hêzên Iraqê û pirçekirina wan.

Herwiha di civîna berpirsê Amerîkayê û rayedarên Iraqê de operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê hate gotûbêjkirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Fermandarê Serkirdayetiya Navendî di Artêşa Amerîkayê de Cozef Fotêl tekezî li ser piştgiriya welatê xwe bo Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Serdana Fermandarê Serkirdayetiya Navendî di Artêşa Amerîkayê de Cozef Fotêl bo Iraqê piştî demekê hat ku, berî du rojan Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Aşton Karter jî serdana Bexdayê kiribû.

Karter di dema serdana xwe de ragehandibû ku, welatê wî dê 560 şêwermendên leşkerî bişîne Iraqê.