YPG: Li Şêx Meqsûd û Eyn Îsayê 47 terorîst hatin kuştin

Navenda Ragihandina YPGê derbarê êrîşên komên terorîstên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Kurdan li Helebê û bajarokê Eyn Îsa yên 16'ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê agahiyên girîng dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Ragihandina YPGê derbarê êrîşên komên terorîstên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Kurdan li Helebê û bajarokê Eyn Îsa yên 16'ê Tîrmehê bi daxuyaniyekê agahiyên girîng dan.

Di daxuyaniya YPGê de hat ragihandin ku, êrîşên hevbeş ên komên terorîstên di bin banê koalîsyona Sûriyê de tevdigerin, wekî Lîwa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwa el-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed el-Fetêh, Arteşa-Mucahidîn, Siwar el-Şam, Ehrar Sûriye, Eniya el-Şamiye, Siqor el-Cebel, Firqa 101, Foc Alewal, Eniya el-Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa el-Şemaliye û Tabûrên Nûredîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike.

Herwiha li gorî daxuyanîya YPGê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê û gundên Eyîn Îsa 16ê Tîrmehê êrîşên komên terorîstan de 47 terorîst hatin kuştin.