Nêçîrvan Barzanî: Amade ne alîkariya qurbaniyên Qamişlo bikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqînên Qamişlo şermezar kir û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo alîkariya qurbaniyên teqîna Qamişlo ragihand.

K24 – Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqînên Qamişlo şermezar kir û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo alîkariya qurbaniyên teqîna Qamişlo ragihand.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, bi tundî êrîşa terorî ya bajarê Qamişlo şermezar dikin, ku ji ber wê bi dehan kes şehîd bûn û bi dehan welatiyên din birîndar bûn. Herwiha hêviya saxiyê bû birîndaran xwast.

Barzanî di peyama xwe de de ragihand ku, teroristan dîsa bi vê bûyera sexte xwe nîşan dane ku dijminahiya gelê Kurd û mirovahiyê dikin, lê gelê Kurd wek herdem bo hewla nehêştina terorê li navçeyê pêşeng dibe.

Barzanî ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye, bi hemû karînên xwe alîkariya birîndarên vê êrîşa terrorist bike.