Mîhrîcana Mûnzûrê ya Dêrsimê dest pê kir

Mîhrîcan dê 4 rojan berdewam bike û dê di wan çar rojan de serdana cihên dîrokî û yên pîroz bên kirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

16emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê  bi beşdariya pîr û dayîkên Elewiyan bi dîa û gulbengan li qeraxa Gola Çeto dest pê kir. Mîhrîcana ku dê 4 rojan berdewam bike bi  hezaran welatî beşdar bûn.

Mîhrîcana Mûnzûrê ya 16emîn, bi pêşengiya Şaredariya Dêrsimê bi drûşmeya "Yekîtiya me hebûna me ye, hebûna me aştiya me ye. Dest nedin sirûşta min, çand û viyana min" dest pê kir.

Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul jî beşdarî Mîhrîcanê bû û axaftina despêkê ya mîhrîcanê kir. Bul destnîşan kir ku ev mîhrîcan bi salan e li hemberî polîtîkayên qirkirina çandî tê lidarxistin û armanca mîhrîcanê xwedîderketina çand, sirûşt û baweriya Dêrsimê ye.

Cîgirê Hevşaredarê Dêrsimê Îbrahîm Kasun wiha got:

"Di naveroka mîhrîcanê de kelepora me, baweriya me Mûnzûra me û serdanên me hene. Li Dêrsimê baweriya Elewiyan heye. Dewleta Tirkiyê li ser baweriya me zextan dike. Siyaseta Muaviye didin berdewamkirin. Em wan polîtîkayan qebûl nakin."

Bi axaftinan re mîhrîcanê di nava coş û peroşê de dest pê kir. Piştî ku bi gulbengan çira hatin pêxistin dayik û pîrên Elewiyan niyazên xwe anîn ser zimên û zimaran gotin. Pîrên Elewiyan bal kişandin li ser qetliamên ku li ser Elewiyan pêkhatin e.

"Di destpêka sala 1924an de her li ser Elewiyan qirkirin pêk hatine. 25an, 35an bişûnde jî li Mereşê, Meletiyê, Çorûmê û Sêwazê zaliman tim û tim berê xwe dane Ehl -î Beytan û Ehl -î Beyt qirkirin e. Yên ku Ehl - î Beyt qirkirin xwedê bela xwe bide wan."

Ji aliyê komîteya rêvebirina Mîhrîcanê ve hate ragihandin ku îsal ji ber şer û pevçûn û komkujiyên li bakurê Kurdistanê pêk hatine di mîhrîcanê de stran û çalakiyên bi coş pêknayên. Mîhrîcan dê 4 rojan berdewam bike û dê di wan çar rojan de serdana  cihên dîrokî û yên pîroz bên kirin.