Li Bazîdê şevbihêrka dengbêjan

Dengbêjên Bazîdê amaje bi wê yekê dikin ku di folklora Kurdî de beşa herî giring dengbêjî ye.
kurdistan24.net

K24-Bazîdê

Dengbêjî xwedî cihekî giring e ji bo danasîna çand û wêjeya Kurdî. Dengbêjên Agiriya bakurê Kurdistanê jî bi şevbihêrkan vê kelepora Kurdî zindî dihêlin.

Dengbêjên li Bazîda bajarê Agiriya bakurê Kurdistanê dijîn ji bo ku kelepora Kurdî bidin vejandin her bi meh dicivin û dîwana dengbêjan ava dikin. Ev dengbêjên ku her meh dicivin klamên rûdanên xemgîn û yên lehengiyê ku li vî bajarî hatine jiyandin dibêjin.

Dengbêjên bajêr rave dikin ku ew çalakiyên bi vî rengî ji bo ku çanda dengbêjiyê neyê jibîrkirin lidardixin û dibêjin ku ger ew bimrin dê çanda dengbêjiyê jî bimre.  Dengbêjan diyar kir ku dengbêjî hedî hêdî di nava gelê Kurd de radibe.

Dengbêj Rifki Soyler wiha got:"Me berê çi klam hildane ew e. Kesê ku ji bo me serhonastiyê bike tune ye. Em diçin cem kê dibêje dengbêjî mir. Em jî bimrin biçin li vir kes namîne. Kesê ku li me xwedî derkeve tune ye. Em dixwazin mala dengbêjan li Bazîdê vebe. Em dixwazin komên dengbêjan bên avakirin."

Dengbêjî karekî gelekî zehmet e û hewce dike ku mirov ji zarokatiya xwe dest bi xebatên dengbêjiyê bike daku di nava dîwana dengbêjan de cih bigre. Dangbêjên bajêr jî balê dikşînin li ser vê rewşê û dibêjin, ji bo ku vê keleporê nîşanî zarokên xwe bidin û bigihijînin nifşên nû tu kes tune ye ku cihê wan bigre.

Dengbêj Orhan Ebren wiha axifî:"Komela dengbêjan bila ava be. Bila vê çandê xwedî were derketin. Dema ku me dengbêj Şakiro guhdar dikir, stranên Erîwanê guhdar dikir zarokatiya xwe de bandorek mezin li ser me dikir. Bala me kişand dengbêjiyê. Di zarokatiya xwe de me dest pê kir, heya niha em dengbêjiyê dikin. Ev 18 sal in ez dengbêjiyê dikim."

Dengbêjên Bazîdê amaje bi wê yekê dikin ku di folklora Kurdî de beşa herî giring dengbêjî ye; ji ber ku bi saya dengbêjiyê êş û elemên Kurdan û lehengiyên Kurdan hatine naskirin. Herwiha dengbêj bang li malbatên Kurd dikin ku zarokên xwe bibin şevbihêrkên denbgêjan û wan ferî çanda dengbêjiyê bikin.