Bi wêne.. Leyla Ferîqî serdana K24ê dike

Hunermenda Kurd ya navdar Leyla Ferîqî duh serdana nivîsgeha sereke ya K24ê li Hewlêrê kir û ji aliyê Rêveberê Giştî ve hat pêşwazîkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermenda Kurd ya navdar Leyla Ferîqî duh serdana nivîsgeha sereke ya K24ê li Hewlêrê kir û ji aliyê Rêveberê Giştî ve hat pêşwazîkirin.

Hunermenda navdar Leyla Ferîqî derbarê serdana xwe ji nivêsgeha K24ê re kêfxweşiya xwe derbirî û hêviya serkeftina wê kenalê xwast. Ferîqî di heman demê de amaje bi bernameyên xwe yên pêşerojê kir. Ku niha bi çend karên hunerî mijûle.

Ferîqî ku ji Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li welatê Siwêdê dijî, niha bi serdanekê vegeriyaye Hewlêrê. Ferîqî xwedî 4 albumên stranan e (Stêre, Siya Çeman e, Awîn û Azar, Min Hele Bûm), niha jî mijûlî çend berhemên nû ye.