Asayişa Efrînê du endamên PDK-Sê azad dike

Asayişa Efrînê du endamên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ku bi tuhmeta bilindkirina ala Kurdistanê hatibûn girtin, ji zîndanên xwe serbest berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Efrînê du endamên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ku bi tuhmeta bilindkirina ala Kurdistanê hatibûn girtin, ji zîndanên xwe serbest berdan.

Nivîsgeha Ragihandinê ya PDK-Sê li Efrînê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, asayişa Efrînê her du endamên Encûmena Herêmê yên PDK-Sê Nezîr Berekat û Serbest Xelîl ji zîndanên xwe serbest berdan.

Di daxuyaniya PDK-Sê de hat jî, Nezîr Berekat roja 26 Tebaxê û Serbest Xelîl roja 23 Tebaxê bi tuhmeta belavkirina ala Kurdistanê di merasîma oxirkirina dengbêj Bavê Selah de hatibûn girtin.

Herwiha PDK-Sê daxwaza azadkirina endamên xwe yên di zîndana asayişa Efrînê de (Ehmed Sîno, Ehmed Sîdo, Idrîs Elo, Ezet Kurdî) û hemû girtiyên siyasî kir. Herwiha daxwaz ji desthilata li Efrînê kir jî, ku dest ji girtina xortan bi hinceta leşkeriya neçar berde û li gor nirxên Kurdeyatiyê kar bike.