li navçeya Altindagayê jiyaneke xwezayî û têr keleporî

Li gundan ya ku berî niha bi 100 salan hatiye jiyîn tê zindîkirin.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Bi jiyana modern re jiyana li gundan ku wekî keleporekê bû hêdî hêdî tê jibîrkirin.Lê li Mûzeya Servekirî ya Altinkoyê ku li navçeya Altindaga Engerê hatiye damezrandin ew jiyana li gundan ya ku berî niha bi 100 salan hatiye jiyîn tê zindîkirin.

Di serî de Anatoliya Navîn, ew jiyana li hemû herêmên din ên Tirkiyê ligel keleporên wê, li payxta Tirkiyê Enqerê, di nava navenda bajêr de di Muzeya Altinkoyê de hatine bicihkirin. Ev gundê ku li ser xaka 400 donimî hatiye damezrandin yek ji mûzeya herî mezin ya Tirkiyê ye di cîhanê de jî ya duyemîn e.Ev gundê ku 2 sal in ji welatiyan re hatiye vekirin, di2011an temelê wê tê avêtin di 2015an de jî çêkirina wê bi dawî dibe. Xaniyên dîrokî yên di nava mûzeyê ji bajarên wek Kastamonu, Karabuk, Zonguldak û ji gelek deverên din hatine berhevkirin. Ev xêniyên kevin xwedî taybetmendiyekê ne; beyî ku mix bên bikaranîn hatine danîn.Digel vê yekê qehwexane, dibistan,mizgeft, firne û komeleya gund jî di qadagund de cih digire.

"Altınkoyê wek hewaya gund e.Xwarinên suriştî, ajalên gund ev tişt bi her awayî bêhna gund dide mirov."

Dema mirov dikeve nava gundê Altinkoyê, pêşî li rastî nanê germ ku ji tenûrê derketiye tê; bi şûnde jî mirov dikare ligel wan ajalên ku di nava şînahiyê de tên hewandin û aşê avê bibîne. Ji ber wê yekê ji hemû cihê mûzeya gund bêhna dîrokê tê. Di nava polên dibistanan de ew rûniştekên kevin jî zarokatiya mirov bibîr dixe. Li vî gundî çawa ku her tiş kevne pîşe jî wisa kevnin. Ew karên ku wek li ber nemanê ne yanî Hêsinkarî û qilekarî li vî gundî can digirin.

"Ji sala 1957an bi vir de ez vî karî dikim. Em dixwazin zineatê kevn ji nû ve zindî bikin.Em xemgînin ji ber ku eleqeya ciwanan bi vî karî re nemaye."

Gund hebe bê pira hilawestî çêdibe? Li Altinkoyêli ser vê pira hilawestî ligel bûk û zava, welatî jî her wêneyan dikişînin. Ji ser pirê dimenê aşê ba jî hêjayî dîtinê ye.

"Jiyana gundan ya kevin bandorek mezin lime kir. Ji ber wê em jî hatin gundê Altinkoyê."

Li gorî rêveberên Altinkoyê li ber çavê wan mirovên ku jiyana modern diparêzin jiyana li gund wek kêmaniyekê dihate dîtin. Lê niha ev jiyan li ber çavê wan bûye ya herî bi qedr û qîymet. Lewra di tebîata mirov de her hesreta jiyana sûruştî heye. Ger hûn bixwazin ji bilî wan bajarên mezin û modern li rastî jiyaneke xwezayî û têr keleporî rast bên, gundê Altinkoy ji bo vê yekê cihekî têkuz e.