Partiyên Kurdistanî teqînên li Bakur şermezar kirin
K24 – Diyarbekir
Partiyên Kurdistanî, teqîna li Diyarbekir û Qoser a Mêrdînê wek êrişên terorî bi nav kirin û bi zimanekî tund şermezar kirin. Partiyan di daxuyaniyên xwe de ragihandin ku, armanca êrişan rasterast gelê Kurd e.
Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê PKD-T, Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur PDK-Bakur, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK, Partiya Maf û Azadiyan HAK-Par û saziyên sivîl teqînên li Bakur şermezar kirin.
Di daxwiyaniyên xwe de partiyan gotin ku, ev êrişên li bakur ne êrişên tesadufine û xizmeta doza Kurd nakin.
Partiyên Kurdistanî dan zanîn ku, li Kurdistanê ji bilî rêyên siyasî bi ti rêbazên din pirsgirêk nayên çareserkirin.