Malbatên Şehîdan: Emê ENKSê bi tewana xiyanetê ceza bikin

Nivîsgehên Partiya Yekîtî Kurd li Sûriyê (PYK) û Partiya Demokratî Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve ku wek saziyeke Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tê naskirin, rastî êrîşekê hatin. Êrîşkeran hin nivîsandinên ne guncaw û xiyanetê li ser dîwarên nivîsîngehan nivîsandin û xwestin nivîsîngehên wan bigrin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Serkirdê di PYKê de Mihemed Mistefa di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Partiya PYD di krîzekê re derbas dibe û nema dizane çi bike, ji ber gelek şaxên xwe fereh kirine û bi hin ejindeyên dewletên herêmî û cihanî ve xwe girêdaye. Ew dixwazin partiyên ENKSê ji pêşiya xwe hilînin, da ku li deverê bi tena xwe bimînin.”

Ji aliyê xwe ve Saziya Malbatên Şehîdan civîneke çapemeniyê lidar xist û di daxuyaniyekê de partiyên ENKSê bi dijatiya şoreşa Rojava û pirojeya Rêveberiya Xweser tawanbar kirin. Herwiha dibêjin jî, ku ewê di riyên yasayî re partiyên ENKSêceza bikin.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Lezgîn Elî got: “Wek Saziya Malbatên Şehîdan, emê ENKSê mehkeme bikin û em nema destûra wan didin ku derbasî Rojava bibin, ji ber Rojava bi xwîna şehîdan hatiye parastin, loma emê wan bi tewana xiyanetê ceza bikin û emê wan têxin zindanan. 

Li gorî hin serkirdeyên ENKSê, xwîna şehîdan ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ve tên istixlalkirin û nabe xwîna şehîdan têkeve bazarên siyasî.