Li Austiralyayê “Mizgefteke Modern” tê avakirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li welatê Austiralya mizgefteke bi dîzayneke balkêş tê avakirin, ku wek yekem mizgefta modern tê hejmartin, kesê ku bi vê projeyê radibin dibêjin ku, armanca wan ji vê yekê guhartina helwesta beşek ji welatiyên Austiralyayê li hember ola Îslamê ye.
Di mizgefta modern de, ne Qube yan Minare yan jî dîwar di hundirê wê de hene. Mizgeft li wîlayeta Vîktoryayê tê avakirin, tê gotin ku dê pêşwaziya hemû çînan bike. Biryar e jî di destpêka sala bê de bê vekirin.