Li Stanbolê mihrîcaneke şanoyê

Bajarê Stenbolê yê ku pê çalakiyên çandî û û hunerî jî tê naskirin, piştî teqînên xwekujî û hewldana derbeya leşkerî saleka têr kêşe derbas kir û niha jî ev bajar bi rêya çalakiyên çandî û hunerî hewl dide vegere rojên xwe yên berê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/36685f9a-10cb-4f8e-9fa0-214b665b0325/MihricanaSanoye.ism/manifest

K24 – Stanbol

Bajarê Stenbolê yê  ku pê çalakiyên çandî û û hunerî  jî tê naskirin, piştî teqînên xwekujî û hewldana derbeya leşkerî saleka têr kêşe derbas kir û niha jî ev bajar bi rêya çalakiyên çandî û hunerî hewl dide vegere rojên xwe yên berê.

Li navçeya  Kadikoya Stenbolê hemwelatîyen Tirkîyê, bi şano, konsert û mîhrîcanan van rojen Havînê derbas dikin. Di vê mîhrîcanê de  gelek hunermendên Tirk û Kurd hunera pêşkêş dikin û hemwelatî jî bi rêya van şanoyan wextê xwe bi kêfxweşî derbas dikin.  

Lîstikvanên navdar yên ku beşdarî vê mîhrîcanê bûyîn kêfxweşiya xwe nîşan didin û dibêjin bi rêya van mîhrîcana em xwe digihînin bîneran. 

Ev Mîhrîcana ku jî alîyê şaredarîya Kadikoyê ve tê amadekirin, heta 18'e Tebaxê dê berdewam bike û gelek şano û konsertên mûzîkalê dê li benda bîneran be.