Keça Kurd a Êzdî balyoza niyazpakiyê ye

Netewên Yekbûyî keça Kurd ya Êzidî Nadya Murad wek balyoza niyazpakiyê hildibijêre û radigihîne ku, hilbijartina Nadya Murad bo vê yekê, dê alîkariya jinên Êzidî yê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekbûyî keça Kurd ya Êzidî Nadya Murad wek balyoza niyazpakiyê hildibijêre û radigihîne ku, hilbijartina Nadya Murad bo vê yekê, dê alîkariya jinên Êzidî yê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, bike.

Berpirsê Mafên Mirovan di Rêxistina Yezda ya Kurdên Êzidî de Sad Bapîr ragihand ku, nivîsgeha parastina rûmetê ya ser bi NY ve duh Nadya Murda wek balyozê niyazpakiyê hilbijartin.

Bapîr amaje bi wê yekê kir, hilbijartina Nadya Murad ji aliyê NY bo vê yekê, gaveke girîng e bo bidestxistina piştgîriya navdewletî bo nasandina karesata Êzdiyan wek jenosid. herwiha gaveke baş e bo alîkariya jinên Êzidî yê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, bike.

Nadya Murad ya 23 salî di dema êrîşa DAIŞê bi ser Şingalê de di destpêka meha Tîrmeha 2014an de ji gundê Koco revandin. Nadya hemû cureyên êş û azarê û destdirêjiyê li ser destê DAIŞê dît.

Piştî Nadya Murad karî ji destê DAIŞê bireve, gelek hevdîtin bi serokên welatan û rêxistinên mirov re kirin, herwiha di meha Çileya borî de bo xelata Nobilê hatibû pêşniyarkirin.

Nadya Murad banga rizgarkirina jinên Kurd ên Êzidî yên di destê DAIŞê de ne dike, herwiha daxwaza parastina mafên jin û zarokan li tevahiya cîhanê dike.