Li 7 gundên Colemêrgê qedexe hate ragihandin

Li navenda Parêzgeha Colemêrgê û navçeya Çelê qedexeya çûnûhatin li 7 gundan hate ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navenda Parêzgeha Colemêrgê û navçeya Çelê qedexeya çûnûhatin li 7 gundan hate ragihandin.

Waliyê Colemêrê di daxuyaniyekê de ragihand, li 4 gundên (Kehê, Talê, Çîmenlî û Valto) yên ser bi navenda Parêzgeha Colemêrgê ve, herwiha 3 gundên (Kazan, Kayalik û Cewîzlî) qedexeya çûnûhatinê ragihand.

Qedexeya çûnûhatinê li wan 7 gundan, şeva borî ji demjimêr 20:00 dest pê kir û heta demeke ne diyar berdewam dibe.

Qedexeya çûnûhatinê li wan gundên sînorî yên Colemêrgê, piştî wê yekê tê, tevgereke esmanî ya berfereh û firoke li esmana geliyê Zapê difirin, herwiha car caran jî firokeyên F16 jî li navçan digerin.