YPG: Me Minbic rizgar kir û vedigerin cihê xwe

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bidawîbûna erkê xwe yê rizgarkirina Minbicê di nava HSDê de û vegera wê ji pêgehên xwe re ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bidawîbûna erkê xwe yê rizgarkirina Minbicê di nava HSDê de û vegera wê ji pêgehên xwe re ragihand.

Fermandariya Giştî ya YPGê îro daxuyaniyek belav kir û ragihand, YPGê erkê hêzên xwe yê rizgarkirina Minbicê di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bidawî anî û ew vedigerin pêgehên xwe.

YPGê di daxuyaniya xwe got: “Operesyona bi navê Şehîd Ebû Leyla ya bi serpereştiya Encûmena Leşkerî ya Minbicê bi serkeftin bidawî bû û hêzên me li ser daxwaza wê encûmenê piştevaniya wan kirin, vê yekê jî dîmeneke baş ji yekgirtina gelan diyar kir.”

Herwiha YPGê got: “Em di Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel de radigihînin ku, hêzên me erkê xwe bi serkeftin bidawî kir, piştî ku me hemû xalên leşkerî radestî Encûmena Leşkerî kirin û rêveberiya bajêr jî radestî Encûmena Sivîl ya Minbicê kir, hêzên me vegeriyan pêgehên xwe.”

Herwiha YPGê diyar kir ku, wan hemû xalên ku li bakurî Sacûr rizgar kirine jî, radestî Encûmena Leşkerî ya Cerablusê kirin.

Ev yek tê di demekê de, ku duh Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê duh bi dehan tank û çekên giran derbasî rojavayê bajarokê Cerablusê bûn û dest bi kontrolkirina wî bajarêkî kirin.

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden duh berya ku bigiha Enqerê Paytexta Tirkiyê di firokeya xwe de ragihad ku, di çarçoveya NATOyê de Amerîka hevrêziyê û alîkariya esmanî bo operesyona Tirkiyê li Cerablusê dike.

Piştî daxuyaniya Joe Biden, Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî Mevlut Çawîşoglu hişyarî da YPGê ku, heger ji rojavayê çemê Feratê vekişin, dê bibin armanca hêzên wan.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl duh ragihand destêwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê êrîşeke li ser karûbarên hundirê Sûriyê ye û got: “Tenê li ser daxwaza HSDê ya ku Amerîka piştevaniya wê dike, YPGê ji rojavayê çemê Feratê vedikişe.”

Îro jî Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di pêwendiyeke telefonê bi hevşanê xwe yê Tirkî re aşkere kir ku, YPGê ji rojavayê çemê Feratê vedikişe rojhilatê çem.