Wezîrek ê Parî ya Yekgirtû li ser vekişanê ji hikumetê bo K24 di peyve
K24- Hewlêr
Pirs a vekişan a wezîr ên Yekgirtû ya Îslamî ji hikumet a Herêm a Kurdistanê, bûye mijarek agerm di nav ewê partîyê de û endamek ê Civat a Cibicihkirinê a Yekgirtû li ser evê yekê dibêje: Evê piroseyê pêdivî bi hinek pêngav ên zêdetir û kombûn a dahatî ya serkirdatîyê de axivtin êm cidîtir li ser evê mijarê dê bikîn.
Di kombûn a serkirdatî ya Yekgirtû ya îslamî ya Kurdistanêde li 16yê evê mehê, di beyannameyekê de ragehandin ku berjenge wezîr ên Yekgirtû dest vekişînin ji hikumet a Herêm a Kurdistanê.
Li ser evê mijarê Mehemed Hawdîyanî wezîr ê kar û karûbar ê civakî li ser pişk a Yekgirtû ragehand: Her dem a serkirdatî ya Yekgirtû biryar bide dest ji kar vekişnîn, em dest dê vekişînî ji kar.