Li Milazgirê berîkanê ya xwarin ên Kurdan

Li navçeya Milazgirê ya giredayî Muşê di çerçoveya salvegera serfiraziya Milazgirê de çalaki hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de pêşbaziya xwarinên Kurdan yên keleporî hatin çekirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f8de2545-4c2f-46c2-9814-1f27bbb09d7c/LiMilazgirePesbaziyaXwarinenKurdan.ism/manifest

K24- Mûş

Li navçeya Milazgirê ya giredayî Muşê di çerçoveya salvegera serfiraziya Milazgirê de çalaki hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de pêşbaziya xwarinên Kurdan yên keleporî hatin çekirin.

Li Milazgira giredayî bajarê Mûşê welatiyan salvegara serfiraziya Milazgirê ya 945emîn bi çalakiyên ku hate liderxistin pîroz kirin. Di çerçoveya van pîrozbahiyan de pêşbaziya xwarinên Kurdan yên keleporî hat çekirin. Di pêşbaziyê de xwarinên helîse, Keledoş û Ayranaşi hatin çekirin û yên ku tevlî pêşbaziyê bûn hûnerên xwe ji bo welatiyan pêşkêş kirin.

Li navenda bajêr li Kolana Hûnerê gelek jin ji bo ku xwarinên xweş çekin û di rêjeya pêşbaziyê de cih bigrin hewl dan. Ji aliyê jûriyan ve jî puandarkirina wan xwarinan, piştî tamkirina wan xwarina hate dayîn.

Sevîl Acaroglu - Midûra bajêr ya Turîzm û Çandê, got:"Peşbazîya ku qeymeqamê me amade kiribû ji bo  bernameya xwarinên keloporî beşdarî û eleqe lê zê de bû. Ji bo alîkariya qeymeqam li ser navê jinên bajêr em spas dikin."

Di dawiya pêşbaziyê de ji aliyê qeymeqam ve ji bo kesê yekeminzêrê komarêji bo yê duyemîn jî nîvzêr û ji bo yê sêyemîn jî zerêçarîk hat dayîn.

Hediye Yildirim-Welatî jin - Kurdî- got:

"Em li vê derê beşdarî pêşbaziya xwarinê bûn. Pêşbaziya me xweş derbas bû. Piştî van me Xelîse çekir û xelatên xwe me ji qeymeqam wergirtin. destê hemû kesan sax be me hemûyan bi hevre alîkarî kir. Zêde spasiyên xwe dikim."

Herwiha piştî pêşbaziyê digel wan welatiyên ku beşdar bûbûn çalakiya sinemaya hewaya vekirîjî hat çêkirin û di vê çalakiyê de hindek film jî hatin dayîn.