Operasyona "Mertalê Feratê" didome

Tirkiyê bi piştgiriya hêzên navdewletî di 24ê Tebaxê de bi firokeyên şer ji esman û bi tang û topan jî ji bejayê Cerablus bombebaran kir. Dûv re leşkerên Tirkiyê li gel leşkerên Artêşa Sûrî ya Azad Cerablus a ku ji sala 2014an ve di destê DAIŞê de bû standin. Her çi qas aliyên opozîsyona Sûrî ji operasyona bi navê "Mertalê Feratê" kêfxweş jî bin, Kurd ji serî û pê de li dijî vê operasyonê derdikevin û vê gava Tirkiyê, wek têkbirina destkeftiyan Kurdan li Rojava dinirxînin.
kurdistan24.net

K24 – Girgamêş

Hêza artêşa Tirkiyê bi 40 tankan û 380 leşkeran li gel Artêşa Sûrî ya Azad Cerablus bi temamî kontrol kir. Çavkaniyên nêzî hikûmeta Tirkiyê radigihînin ku bi vê operasyonê dê sînorê Tirkiyê bi temamî ji DAIŞê were paqijkirin û dê destûra pêşveçûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî neyê dayîn. Serokê Yekîtiya Demokratîk a Sûrî, Evdilbarî Osman amaje dike ku, Tirkiyê ji zû ve dixwest bikeve nav axa Rojava lê hêzên navdewletî destûra wê nedida.

Osman, rexneyan li PYDê jî dike û wiha dibêje: "Ya girîng bo PYDê ew e ku, li gelê xwe vegere û ew bi gelê xwe re li hevdu bikin, dê hingê bikaribin li hemberî Tirkan jî mafên xwe biparêzin û di qada navdewletî de rola xwe baş bilîzin."

Navçeya Girgamêş a Dîlokê cîranê Cerablusê ye. Girgamêş û Cerablus di sala 1926'an de bi Peymana Enqere ji hev hatin veqetandin. Li ser vê xeta sînor Kurd, Ereb û Tirkman dijîn. Tirkman jî bi yekîneyên leşkerî piştgiriya operasyona Cerablusê dikin. Endamê Meclisa Tirkmanên Sûrî Mistefa Silêman, dibêje divê ev operasyon heta ku Sûrî dîsa bibe komareke demokratîk bidome.

Silêman got: "Em kêfxweş in ku helînên terorîstên DAÎŞ'ê ji holê hatine rakirin, divê dawî li  wan were. Divê heta ku ti hêzeke wan li vir nemîne operasyona bidome."

Yek ji armanca operasyona "Metale Feratê" ew e ku PYD vegere rojavayê Çemê Feratê û ji derdora  Minbicê vekişe. Li gorî çavkaniyên herêmî PYD ji derdora Minbicê venekişiya ye û carcaran di navbera wan û hêzên Tirkiyê de pevçûn rû didin. Çavkaniyên nêzî hikûmeta Tirkiyê radigihînin ku dê operasyon berdewam bike û li derdora Cerablusê herêmeke ewlekariyê were avakirin.