Li Cerablusê leşkerekî Tirk hate kuştin

Li Cerablusê şer û pevçûn di navbera Encûmena Leşkerî ya Cerablusê û tabûrên Şems El-Şemal li Cerablusê li hember artêşa Tirkiyê berdewam e, di encamê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Cerablusê şer û pevçûn di navbera Encûmena Leşkerî ya Cerablusê û tabûrên Şems El-Şemal li Cerablusê li hember artêşa Tirkiyê berdewam e, di encamê de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Hat ragihandin, di encama berdewamiya şer û pevçûnan di navbera artêşa Tirkiyê û şervanên Encûmena Leşkerî ya Cerablusê û tabûrên Şems El-Şemal de li Cerablusê leşkerekî artêşa Tirkiyê hate kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin ku, di encama bombebarankirina firokeyên şer yê Tirkiyê de, li Cerablusê hejmarek ji welatiyên sivîl birîndar bûne.

Medyayên nêzîkî PYDê jî amaje bi wê yekê dikin ku, heta niha 3 tankên artêşa Tirkiyê ji aliyê şervanan ve hatine teqandin û heta niha şer û pevçûn berdewam e.

Şervanên Encûmena Leşkerî ya Cerablusê û tabûrên Şems El-Şemal li Cerablusê li hember artêşa Tirkiyê di şer û pevçûnan de ne. Herwiha Encûmena Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku, ew amade ne  destekê bidin Encûmena Leşkerî ya Cerablusê.