Li Şamê pêşangeha pirtûkan hat vekirin
K24-Navenda Nûçeyan
Li şamê patexta Sûriyê tevî rewşa xirab û kirîza wî welatî pêşangeha pirtûkan a salan e hate vekirin, xwendevana di pêşangehê de pirtûkên cor bicor bi kêmî yek dolarî bi dest xistin.
Pêşangeh li pirtûkxaneya Esed a Niştimanî di xola xwe ya di 28ê de hate vekirin, li gor ajansa SANA ya nûçeyan a ser bi rejîma Sûriyê ve da zanîn ku, di pêşangehê de çalakiyên rewşenbîrî jî birêve çûn.
Kesên ku, serdana pêşangehê kirin kêxweşiya xwe anîn ziman û diyarkirin ku, pêşangeh derfeteke ku, xwendevan vegerin pirtûkan û ji pirtûkên intirnêtî dûbikevin, di pêşangehê 75 weşanxane beşdarbûbûn û biryare heta 3ê meha bê ew pêşengeh berdewam bike.