Kalkan:Tirkiyê gefa li gelê Rojava dixwe

Kalkan da zanîn ku, heta niha Tirkiyê tu zirarek nedaye endamekî DAIŞ û hêzên ku wek Artêşa Azad nîşan didin jî El-Nûsra û El-Qaîde ne.

K24-Navenda nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber ya PKK'ê Duran Kalkan, ragehand ku, bi dagirkirina xaka Sûriyê  êdî sînorên Rojhilata navîn hatine guhertin û Tirkiye nikare ji bin vê derkeve.

Derbarê vê yekê Endamê Konseya Rêveber ya PKK'ê Duran Kalkan beşdarî bernameya Televîzyona MED-NÛÇE bû û got, Tirkiye gefan li gelê Rojava dixwe û eger destkeftiyên Rojava bikevin metirsiyê, kurdên bakur, başûr û rojhilatê dê berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê. Her wiha Hêzên Parastina Gel HPG jî li bakurê Kurdistanê şer kûrtir bikin.

Kalkan da zanîn ku, heta niha Tirkiyê tu zirarek nedaye endamekî DAIŞ û hêzên ku wek Artêşa Azad nîşan didin jî El-Nûsra û El-Qaîde ne.

Kalkan da xuyakirin, diyar dibe ku Amerîka û Rûsya nikarin kêşeya Sûriyê çarese bikin û bi ketina Tirkiyê re, dê şer û alozî belavî Iraq û Tirkiyê jî bibe.