DAIŞ û leşkerkirina zarokan
K24 – Kobanê
Ji destpêka avakirina xwe de DAIŞ zarokan ji xwe re dike armanc û artêşa xwe bi zarokan bihêz dike. Piştî ku mejiyê zarokan dişo, bi hezaran zarok kirin leşker û şandin çalakiyên xwekujiyê. Herwiha navê Eşbal Xîlafê li wan dikir.
Di salên deshilata DAIŞê Li bajarê Minbicê, Zarokên temen 10 salî ta 15 salî, ji malbatên wan dihatin dûrxestin û di navedên taybet “Eşbal El-Xîlafe” ramanên DAIŞê di hişê wan de dihat çandin. Ehmad yek ji wan zarokên ku çakdarê DAIŞê hewl didan wî tevlî Eşbal El-Xîlafe bikin. Ehmend serpêhatiya xwe bi bîr tîne û bi kûrtayî cîroka xwe belge dike.
Çekdarên DAIŞê bi sedan zarokên biçûk ji bajarê Minbicê di bargahên taybat de li ser hovîtî û kuştina marovan û cekan perwerda dikirin. Herwiha bi dehan zarok jî di êrîşên xewkujî de bikar dianîn.