YPG tola 4 şervanên xwe radike

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wêneya dîlgirtina 2 çekdarên grûpa Sultan Murad ya opozîsyona Sûriyê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wêneya dîlgirtina 2 çekdarên grûpa Sultan Murad ya opozîsyona Sûriyê belav kir.

Di wêneyê de ku 2 kes ser çavên wan hatine girtin diyar dibe, ku li gor nûçeyeke ajansa “Hawar News” ew her çekdarên grûpa Sultan Murad ya opozîsyona Sûriyê û ji aliyê hêzên Dije Terorê li başûrê çerablusê hatine girtin.

Berî çend rojan li tûra pêwendiyên civakî hatibû belavkirin, ku 4 şervanên YPGê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine girtin û tên îşkencekirin. Navenda Çapemeniya YPGê jî di vê derbarê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku, ji ber jiyana şervanên wan artêşa Tirk berpirsyar e.

Hate gotin ku otombêla ku şervanên YPGê yên dîl tê de dihatin îşkencekirin jî, ji aliyê hêza Dije Terorê ve hatiye desteserkirin.