Serokwezîrê Tirkiyê serdana Diyarbekirê dike

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim roja yekşemê serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim roja yekşemê serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê dike.

Serokwezîr Yildirim dê di çarçoveya serdana xwe de çend paketên vebêrhênanî yên derbarê sektora enerjî, veguhestin, geştiyarî û perwedehiyê de eşkere bike.

20 bajarên Bakurê Kurdistanê dê sûd ji paketa Yildirimî werbigrin û bazirgan û pîşesazên wan bajaran dê werin piştgirîkirin.