Piştî redkirin Qeyûman bo şaredarîyan, Turkîya pêngav ên nû dihavêje

Berî niha yasaya ku Colemêrg û Şirnexê dikire bajarok, û damezrandna qeyûman ya ji bo şaredariyan ji aliyê her çar partiyên di parlamentoyê de hatibû red kirin. Lê niha li gorî îdeaya CHPê û HDPê, hikumet bi rêya biryarnameyan di hukmê yasayan de, sererastkirineke nû çêdike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/42ea3989-ea59-4062-a59d-7251057866e9/KayyumsharedariHDPCHP.ism/manifest

K24- Hewlêr

Berî niha yasaya ku Colemêrg û Şirnexê dikire bajarok,  û damezrandna qeyûman ya ji bo şaredariyan ji aliyê her çar partiyên di parlamentoyê de hatibû red kirin. Lê niha li gorî îdeaya CHPê û HDPê,  hikumet bi rêya biryarnameyan di hukmê yasayan de, sererastkirineke nû çêdike.

Piştî reaksiyonên ku hatibû nîşandayîn, ew biryara derbarê Şirnex û Colemergê de ji nava beste yaseyan hatibû derxistin. Ligel vê yekê di heman çarçoveyê de ew yaseya derbarê tayînkirina qeyyûman ya bo şaredariyan jî digel yaseya bijartina rektorên zanîngehan ya bi raya Serokkomariyê jî hatibû betalkirin. Lê belê CHPê îdia kir ku hikûmet li beramberî wê vîdana parlamentoyê ku ev yase betal kiribûn, niha amadekariyekê dike ku wan xalên betalkirî bi rêya biryarnameyên di hikmê yaseyan de careke din saz bike û kariger bike. Li gorî îdiaya CHPê hikûmet amadekariya wê yekê dike ku Şirnex û Colemêrgê bike bajarok bi rêya yaseyên Rewşa Awarte.

Ozgur Ozel - Cîgirê Serokê Koma CHPê, got:"Niha parlamento hate girtin. Bi rayeya yaseya Rewşa Awarte, biryarnameyên di hikmê yaseyan de derdikevin. Di kulîsan de nayê veşartin, wezîr bixwe jî dibêjin. Hikûmeta AKPê bi biryarnameyan amadekariyê dike ku Şirnex û Colemêrgê ji parêzgehîbûnê derxe û dîsa qayyuman tayînî ser şardariyan bike."

HDP jî di vê çarçoveyê de reaksiyona xwe ya li hemberî vê helwesta hikûmetê nîşanda û diyar kir hewla derbayê û Rewşa Awarte wek fersendekê tê bikaranîn, armanc ew e ku dest deynin ser şaredariyên Kurdan. Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgengot; hikûmet hîleyeke yasayî dike. Yaseyên ku nehatine pejirandin niha bi riya biryarnameyan dixine rojevaTirkiyê ev tevger tevgereke xetereye.

Ayhan Bîlgen - Berdevkê HDPê, got:"Em li hemeberî hewdaneke xetere re rûbirû ne. Ger qayyum bir rêya beste yaseyan bihata pejirandin, bi rêya Dadgeha Destûra Bingehîn me dikaribû destê hikûmetê bitengijînin. Lê niha ligel ku tu eleqeya wê bi Rewşa Awarte re nîn e, hikûmet bi biryarnameyan meselaya qeyyûmê careke din dixe rojeva Tirkiyê. Ev yek metirsiyên me zêdetir dike."

Bîlgen hikûmet hişyar kir û ragihand ku diviya bû hikûmetê ji vê tabloyê dersek derxista, lewmaew îxtîmal hebû ku di warê demokrasî û aştiya welêt derûdanên giring pêk bihata. CHPê jî zanîn ku ligel ku parlamentoyê gotiye wê Şirnex û Colemerg parêzgeh bimînin û AKP ya xwe bike û van yaseyan derxe,colemerg û Şirnexê bike bajarok hingê ew dê ji bo betalkirina vê yaseyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bixin. Dema ku ev yase derkeve, ji bo betalkirina vê yaseyê pêdivî bi îmzeya 110 parlamenteran heye.