Li roj a aştîyê: PKK çekan rawestîne û dewlet ji serbazkirin a Kurdistanê vegere

Saziyên sivîl û partiyên siyasî, peyamên xwe yên li ser 1ê îlonê "Roja Aştiyê ya Cihanê" bi daxwaza rawestandina şer û operasyonan ragihandin. Patiyên Kurdistanî daxwaz kirin ku PKK çekan rawestine û dewleta Tirk jî ji mîlîtarîze kirina Kurdistanê vegere.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e357194d-8106-4f40-b49c-510a6630a5d0/perlemantaren%20hdp.ism/manifest

K24- Amed

Saziyên sivîl û partiyên siyasî, peyamên xwe yên li ser 1ê îlonê "Roja Aştiyê ya Cihanê" bi daxwaza rawestandina şer û operasyonan ragihandin. Patiyên Kurdistanî daxwaz kirin ku PKK çekan rawestine û dewleta Tirk jî ji mîlîtarîze kirina Kurdistanê vegere.

Partiyên Siyasî û Saziyên Sivîl bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza agahî girtina rêberê PKKê Abdulah Ocelan kirin. Siyasetmedaran daxuyandin ku, divê ew qedra serok û rêbrên xwe bigrin û bi vê mebestê jî ger ku bersiveke erênî ji hîkûmeta Tirkiyeyê neye dê çalakiya mangirtinê ya bêveger bidin destpê kirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCDê), Kongreya Jinên Azad (KJA) Hemû parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDPê) û şaredarên Partiya Heremên Demokratîk(DBPê) di 31ê Tebaxê de, bi waza ku Reyadarên hikûmet û dewleta Tirkiyeyê ji Rêberê PKKê agahiyên zelal bigihîne daxuayniyeke hevbeş lidarxistin.

Daxuyanî li ser navê sazî û partiyên navborî ji aliye Hevserokê KCDê Hatîp Dicle ve hat xwendin. Dicle dazanîn ku ew hewla ku her cirûkeke aştiyê mezin bikin û şer û pevçûnan rawestînin didin û div ê rewşa aloz ku xwîn diherike de jî Abdullah Ocelan hêvike wiha ye. Dicle dazanîn ku ger rayedar bersîveke erenî nedin ewê di 5ê Îlonê de dest bi çalakiya mangirtinê ya bê dorveger bikin.

Hatîp Dîcle (Hevserokê KCDê, got: "Ev 510 roj e em ji Ocelan tu agahiyekî nastînin. Ji bo ku em îhtimalên aştî û diyalogê peyda bikin, pêwistî bi Ocelan heye. Loma jî em daxwaz dikin ku sibehî bi erênî bersîva vê daxwaza me bê dayîn. Ger neye dayîn dê 50 kesên ku bên bijartin dest bi çalakiya mangirtinê ya bêdorveger bikin."

Çarmedorê ciyê daxuayniyê ji aliye poLêsan ve hatibû dorpêç kirin û bi anonsan gefa destwerdanê hat xwarin.

Parlamentere Colemêrgê Nîhat Akdogan jî, ji Kurdistan24 re diyar kir ku xwedîlêderketina serok û serkirdeyan girîng e û divê herkes li pêşawayên xwe xwedî derkevin û ew jî bi vê mebestê livirin.

Nîhat Akdogan (Parlamenterê HDPê yê Colemêrgê), got:"Darbe çêbû, ji darbeye heta niha 47 roj derbas bû ye, gele Kurd ne ji bo tecrîda li ser wî, ji bo ku ji rêbrê xwe agahiyekî werbigre li benda hikûmetê ye, hêj hikûmet bersîvekî neda ye."

Li gel ku car bi car di navbera poLês û çalakvanan de bêhntegî çêbû jî, bêy ku tu buyereke xirab biqewime daxuaynî û çalaki xilas bû.