Li dever ên jêr dest ên Daişê bûn, 72 gorr ên bi kom hatîne dîtin

15 hezar term, di 72 navçeyên cûda de, li her yek ji Iraq û Suriyeyê de hatine dîtin. Ew navçe li jêr kontrola DAIŞê bûn û komkujî li ser destê wan pêkhatiye. Bajarê Şingalê jî, yek ji wan cîh an bû, xelkên vir hewl didin, ku termên nasên xwe nas bikin. Lê pêwîstî bi têstên D N A heye, ev yek jî pêwîstî bi alîkariya navdewletî heye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9d1c2cfe-31a0-42cd-b204-20a7408d63d2/Komkujiyen%20Daish.ism/manifest

K24- Hewlêr

15 hezar term, di 72 navçeyên cûda de, li her yek ji Iraq û Suriyeyê de hatine dîtin. Ew navçe li jêr kontrola DAIŞê bûn û komkujî li ser destê wan pêkhatiye. Bajarê Şingalê jî, yek ji wan cîh an bû, xelkên vir hewl didin, ku termên nasên xwe nas bikin. Lê pêwîstî bi têstên D N A heye, ev yek jî pêwîstî bi alîkariya navdewletî heye.

Daiş, cihê tê re derbas dibe, bihna mirinê li dûv xwe dihêle, tawanên Daişê hin ji wan diyar in û ber çav in, lê hinên din veşartî ne..

Ev der şingal e, ev jî Reşo û Erkan in, ku xelkê şingalê ne, di nav gorreke bi kom de ne, li benda ku kes alîkariya ji wan re pêşkêş bike û rê bi wan were dayîn da ku laşên mirovên xwe derxin.

Lêkolînek eşkere kir ku li nîzîkî 72 deveran li Sûriyê û iraqê ku li jêr kontrola Daişê de bûn,  gorrên bi kom hatine vedîtin, di wan de jî 15 hezar laş hatine veşartin.

Ev hijmar ji aliyên berpirs û şehdebûnên xelkan, herwiha propagandaya Daişê bi xwe hatine piştrastkirin..

Tê pêşbînîkirin ku gorrên din werin dîtin, ew jî dema deverên din ji destê Daişê werin sitandin, bi taybetî piştî ragihandina operasiyonên azadkirina her yek ji Reqqe û Musil, herdu bajarên sereker yên Daişê.

Aliyên berpirs hewil didin ku nasnameya laşên veşartî nas bikin, lê pêwîstî bi alîkariyê heye, bi taybetî ku testên DNA dê werin kirin, lê ev test pêwîstiya wan bi amûr û pêdawîstiyên pêşkeftî heye.

Li Çiyayê şingalê zêdetirê 100 laşî hatin dîtin, ku kurdên êzdî bûn û li ser ol hatin kuştin, Daiş jî bi kuştin êzdiyan ser bilind e û proragandayan dijî wan belav dike, mezintirîn komkujiya wan jî li kampa spaykir li tikrîtê bû ku 1500 efserên şî3e mezheb kuştin herwiha kirîstiyan jî.

Ne tenê kêmnetweyan, lê belê her alîkî li dijî wan be, Daişê wan dikuje, ku 700 kes li sûriyê ku ji 3wşîryea ş3êtat ya sunne mezheb kutin.

Şehrezayên sûrî û iraqî pêşbînî dikin ku piştî vegerandina deveran ji destê daişê, gelek gorr dê werin vedîtin, û dê werin belgekirin.