Hewlêr û Bexda li ser şandin a petrol a Kerkûkê rêkkevtin
K24- Hewlêr
Hewlêr û Bexda li ser şandin a petrol a Kerkûkê gehiştin rêkkevtinekê û biryare dahat a petrol a wê parêzgehê 50 bi 50 di navber a herdû alîyan bihê pişkkirin.
Ajans a nûçe ya Roterz belav kir, Hewlêr û Bexda li ser petrol a Kerkûkî rêkkevtin û bi hev re berhem ê petrol a wê parêzgehê hinarte bikin.
Wê ajansê belav kirîye ku niha rojane Herêm a Kurdistanê 500 hezar Bermîl ên petrolê bi awayek ê serbixwe hinarte dike û firoşe.