Diyardeya Dengbêjiyê li rojhilatê Anatolyaya Tirkiyê zêde bûye

Ew dengbêjiya ku wek nîşaneyekê ye li Îdirê tê jiyandin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Dengbêjiya ku li rojhilatê Anatolyaya Tirkiyê derketiye holê, jiyana xelkên heremê û kelepora Kurdistanê dide der, di çanda Kurdan de jî cihekî giring digre. Ev dengbêjiya ku wek nîşaneyekê ye li Îdirê tê jiyandin.

Di her malekê de mimkûne mirov li dengbêjekî rast bê, li Îdira Kurdistanê ku ev kelepor lê tê jiyandin. Navendên dengbêjiyê yên herî giring li Agirî, Îdir û bajarên derûdora wê ne. Dengbêjî cara yekem li herêma Serhadê derketiye holê. Dengbêj kilaman bi dengê tazî dixwînin û gotinên wan kilaman jî ew bixwe dinivisînin û her dengbêj di bidengkirina stranê de xwedî şêwazeke cihê ye. Taybetmendiya herî berbiçav ya dengbêjan ew e ku her tiştê ku lê rast tên di nava kilamên xwe de bi cih dikin. Herwiha dengbêj divê jîrek û xwedî dengekî bêhempa be.

Welatiyên Kurd yên Îdirê jî ji sedî 80ê eleqeyeke mezin nîşanî dengbêjiyê didin. Ji wan sedî 20 jê dengbêjin û teqez li her malê yekî ku bi rêya dengbêjiyê reng daye jiyana xwe heye.

"Destana çiyayê Agirî, destana Siyabend û Xecê vana em dikarin bibêjin mînakên herî sereke, mînakên dengbêjiyê yên berbiçav in. Bi taybetî jî di jiyana Serhadê de ez dikarim ser wê yekê bi axivim ku di jiyana Kurdên me Serhadê de jî herî çanda kevnar û herî kelepora me ya sereke ye."

Welatiyên Îdirê jî ji wê yekê ditirisin ku kelepora denbêjiyê ber bi tûnebûnê ve biçe. Li bajêr gazina herî mezin ya jin û ciwanan ew e ku ne dibistan ne jî malên dengbêjiyê hene.

"Emrê min hatiye 70î hêj jî çavê min li dengbêjiyê ye. Ez hêjî dibêjim eşqa min li sere. Çimkî ev ya me Kurdan e, mecbûre em vê berdewam bikin. Mesela em hez dikin ku li Îdirê mala dengbêjan vebe, çendê baş lê hebin, telebeyan bînin, em van kilamên xwe tê de bêjin bila ev kilamên me winda nebin."

Herwiha li Îdirê dengbêjên ku temenê wan gihiştiye 70-80 salan jî vê kelopora Kurdan bi hewldanên xwe didin jiyandin û nahêlin ku winda bibe. Di heman demê de dengbêj jî dixwazin ciwan jî ferî kelepora dengbêjiyê bibin û veguhêzin nifşên nû.