Asayîşa Rojav Endamekê Emîndariya Giştî ya ENKSê digre

Asayişa Rojava di heyama hefteya borî ve 8 endamên PDK-Sê li deverên Çilaxa û Aliyan ve girtine.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li bajarokê Çil Axa Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Ismaîl Fetah Ismaîl girtin.

Li gor zanyariyê K24ê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li bajarokê Çil Axa duh, êvarî Endamê xwecihiya Çil Axa û Aliyan a Encûmena şehîd Nesredîn Birhik, herwiha Endamê Emîndariya Giştî ya ENKsê Ismaîl Fetah Ismaîl girtin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.

Ji aliyê xwe ve Emîndariya Giştî ya ENKSê duh, daxuyaniyek belav kiribû,  di daxuyaniya xwe de ragihand ku, Asayişa Rojava di heyama hefteya borî ve 8 endamên PDK-Sê li deverên Çilaxa û Aliyan ve girtine.

Herwiha ENKSê di daxuyniya xwe amaje bi girtiyên berê yê partiyên ENKSê kir jî, ku ji ber beşdariya wan di merasîma oxirkirina cenazeya Şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî de hatine girtin. Herwiha Partiya Yekîtiya Demikratîk (PYD) ji ber jiyan û saxiya wan berpirsyar e.