“Rola Malîkî di kişandina baweriyê ji Zêbarî de hebû”

Palementerekî Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Parlementoya Iraqê de dibêje, Serokê Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Ala Talebanî ne tenê deng da kişandina baweriyê ya Huşyar Zêbarî, lê rûpela dengdanê wek nîşaneke razemendiyê xwe aşkere kir, tevî ku dengdan bi awayekî veşartî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Fraksyona PDKê di parlementoya Iraqê de Erefat Ekrem ji rojnameya “Şerq Ewset” re ragihand ku, tiştê li dijî Huşyar Zêbarî şanoyeke siyasî bi armanceke siyasî bû. piştî ku helewsta Kurd di Parlementoya Iraqê de wek nimûmeyeke yekgirtinê dihat zanîn.

Erafat bi malikeke ji helbesteke Erebî şîroveya wê rewşê kir û got ku, sitema ji kesên nêzîk ve bê kirin, ji birîna şûr tundtir e.

Roja 21ê Îlonê Parlementoya Iraqê bi piraniya dengan 158 parlementeran, bawerî ji Wezîrê Darayî yê Iraqê Huşyar Zêbarî stand, ku proseya dengdanê bi awayekî veşartî bi rê ve çû.

Erefat dide zanîn ku, Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî bi plan û alîkariya bi Nûrî Malîkî re bawerî ji Zêbarî hate kişandina, ku armanc jê ew e, hikûmeta Serokwzîr Heyder Ebadî birûxînin.

Herwiha Erefat berdewam kir ku, ti kes napirse ka kî bû sedema ketina Mûsilê di destê DAIŞê de, herwiha ti kes napirse jî ka 120 milyar dolar di serdema Malîkî de bi kû ve winda bûn.