Li Îranê 4 zarokên Kurd tên bidarvekirin

4 zarokên Kurd di zîndanên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê de cezaya bidarvekirinê li wan hatine spandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

4 zarokên Kurd di zîndanên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê de cezaya bidarvekirinê li wan hatine spandin.

Li gor malpera Navenda Demokrasî û Mafên Morovan li Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye, ku 4 zarokên Kurd di zîndanên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê de cezaya bidarvekirinê li wan hatine spandin.

Herwiha li gor wê malperê ku, temenê wan her çar kesan di jêr 18 saliyê ne û cezaya bidarvekirinê bo wan derketiye û tê çaverêkirin ku ew ceza bên cibicîkirin.

Hat ragihandin ku, ew her çar zarokan bi tuhmeta “Kuştina bi mebest” têne bidarvekirin.

Di sala 2016an de, li Îranê cezaya bidarvekirinê bo 114 zarok û sinêlan derketiye, wêxistina Lêborîna Navdewletî jî daxwaza ragirtina cibicîkirina wan cezayan ji Îranê dike.